Social Media Bridge

Şêwirmendiyê li ser karkirina ji bo penaberen li ser medyaya civakî

Projeya “Pira Medyaya Civakî” li ser platformên medyaya civakî, bi 7 zimanan agahî û şêwirmendiyê li ser karkirina li Almanyayê dide penaberan. Bi rêya perwerdehî û pirtûkçeyan, piştgirî dide WIRê da ku pêşveçûna qabiliyetên onlayn yên torên projeya WIRê pêşve biçin.

Têkilî

Agnieszka Skwarek
a.skwarek@minor-kontor.de

Dema Projeyê
01.10.2022 – 30.09.2026

Українська | Русский | Deutsch | English | Francais | Türkçe | Kurdî | عربيفارسی

Projeya bi navê SoMB; “Pira Medyaya Civakî”, beşeke projeya “Pir – Tora Berlinê ya ji bo Mafê Mayînê: Helwestên Nû yên ji bo Entegrasyona Penaberan” e.
Ev tora projeyê, ji aliyê Wezareta Xebat û Karûbarên Civakî ya Federal a Almanyayê û Fona Civakî ya Yekîtiya Ewropayê ya li Almanyayê ve tê fînansekirin; wekî beşeke bernameya federal a bi navê “WIR – Toreyên ku Penaberan di Piyaseya Xebatê ya Herêmî de Entegre Dikin”. Armanca projeya SoMBê, ku projeyeke pîlot e di çarçoveya bernameya WIRê de tê meşandin, ew e ku ji bo penaberên li Almanyayê nêzîkatiyên şêwirmendiyê bi awayê piştgirî û, agahdariya li ser medyaya civakî peyda bike, biceribîne û bicîh bîne. Di nav çarçoveya projeyê de, zimanekî gelek hêsan di hemî mijarên şêwirmendiyê de tê bikar anîn. Proje bi zimanên Almanî, Erebî, Farisî, Ûkraynî, Rûsî, Îngilîzî, Frensî, Kurdî û Tirkî xizmetê dide.

Ekîba projeyê, xebatên xwe li gorî qanûna parastina agahiyên şexsî dikin bi rêya kom û kanalên li ser platformên civakî yên wekî Facebook, Instagram, Youtube û Telegram ku ji aliyê penaberan ve hatine avakirîn. Di vê projeyê de hemû penaber dikarin di derbarê projeyên din ên WIRê û xizmetên piştgiriyê de agahdarî û pêşniyaran bigrin. Di çarçoveya vê projeyê de, pêşiya agahiyên şaş yên li ser medyaya civakî tê girtin û bi taybetî, bi vî awayî piştgiriya komên armanckirî tê kirin ku ji teref WIRê hê nehatine gihîştin.

Herwiha, projeya SoMBê, bi rêya afirandina torên nû, perwerdehî, piştgirî û pirtûkçeyan piştgirî dide pêşveçûna qabiliyetên onlayn yên torên projeya WIRê yên li Almanyayê. Di heman demê de ev proje di asta neteweyî û navneteweyî de hem çalakiyên têkiliyên giştî hem jî afirandina torên nû jî pêk tîne.

Projeya pîlot ya bi navê “Pira Medyaya Civakî”, beşeke projeya “Pir – Tora Berlinê ya ji bo Mafê Mayînê” ye.

Ev projeya bi navê “Pir – Tora Berlinê ya Mafê Mayînê”, ji aliyê Wezareta Xebat û Karûbarên Civakî ya Federal û Fona Civakî ya Yekîtiya Ewropayê bi rêya Fona Civakî ya Ewropî Plus (ESF Plus) ê de tê fînansekirin di çarçoveya bernameya federal a bi navê “WIR – Toreyên ku Penaberan di Piyaseya Xebatê ya Herêmî de Entegre Dikin” ji aliyê Senatoya Berlinê (Berliner Landesmittel) ve tê fînansekirin.